15 “Piştî ku te ew paqij kirin û wekî pêşkêşiya raberkirinê dan, wê Lêwiyî bikevin hundir ku xizmeta Konê Hevdîtinê bikin.
Wê Harûn ji nav gelê Îsraêl, Lêwiyiyan wekî pêşkêşiya raberkirinê bîne hizûra Xudan ku xizmeta Xudan bikin.
Tê Lêwiyiyan li pêş Harûn û kurên wî bidî sekinandin û wan wekî pêşkêşiya raberkirinê bînî hizûra Xudan.
“Va ye min di şûna kurên pêşî yên ji zikên Îsraêliyan de ji nav gelê Îsraêl Lêwiyî hilbijartin. Wê Lêwiyî yên min bin.
hemûyan bidî kulmên Harûn û kurên wî. Tê wan li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê bihejînî.
Çimkî di nav gelê Îsraêl de ew bi tevahî ji min re hatine veqetandin. Min di şûna kurên pêşî yên Îsraêliyan de ew ji xwe re veqetandin.