Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 8:13 - Kurmanji Încîl

13 Tê Lêwiyiyan li pêş Harûn û kurên wî bidî sekinandin û wan wekî pêşkêşiya raberkirinê bînî hizûra Xudan.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 8:13
7 Referans Kwoze  

Îcar Lêwiyiyan xwe ji gunehan paqij kirin û cilên xwe şûştin. Piştre Harûn ew li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê pêşkêş kirin û ji bo paqijkirina wan kefaret da.


Wê Harûn ji nav gelê Îsraêl, Lêwiyiyan wekî pêşkêşiya raberkirinê bîne hizûra Xudan ku xizmeta Xudan bikin.


Ev kerem ji min re hat dayîn, da ku ez ji bo miletan xizmetkarê Mesîh Îsa bim, yanî ez ji bo Mizgîniya Xwedê karê kahîntiyê dikim, da ku milet bibin pêşkêşeke bi Ruhê Pîroz pîrozbûyî û meqbûl.


Ji bo vê yekê birano, ez ji ber rehma Xwedê ji we hêvî dikim ku hûn bedena xwe wek goriyeke zindî, pîroz û ji bo Xwedê meqbûl pêşkêş bikin. Perizîna we ya ruhanî ev e.


Îcar min ji nav gelê Îsraêl, birayên we Lêwiyiyan wekî diyarî hilbijartin. Ji bo ku ew xizmeta Konê Hevdîtinê bikin, ew ji min re hatin veqetandin.


“Wê Lêwiyî destê xwe deynin ser serê conegayan û ji bo ku di ber Lêwiyiyan de bibe kefaret, wê yekî wekî pêşkêşiya paqijiyê, yê din wekî qurbana şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin.


Tê bi vî awayî Lêwiyiyan ji nav gelê Îsraêl veqetînî. Lêwiyî wê bibin ên min.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite