Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 8:11 - Kurmanji Încîl

11 Wê Harûn ji nav gelê Îsraêl, Lêwiyiyan wekî pêşkêşiya raberkirinê bîne hizûra Xudan ku xizmeta Xudan bikin.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 8:11
9 Referans Kwoze  

Wê pêşkêşiya Xudan a şewitandinê bi destê xwe bîne. Wê bezê wê bi singê wê re bîne, sing bilind bike û pêşkêşî Xudan bike.


Wê kahin wan wekî pêşkêşiya raberkirinê li hizûra Xudan raber bike. Ev singê raberkirî û hêta ku hat pêşkêşkirin para pîroz a kahin in. Piştre kesê xwe veqetandiye dikare şerabê vexwe.


Piştre Mûsa sing hilda û wekî pêşkêşiya raberkirinê li hizûra Xudan raber kir. Ev para Mûsa ya beranê pêşkêşiya tayînkirinê bû. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir.


Wî tev xistin nav kulmên Harûn û kurên wî. Wî ev li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê, raber kirin.


hemûyan bidî kulmên Harûn û kurên wî. Tê wan li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê bihejînî.


Min ji qurbanên aştiyê yên ku Îsraêlî pêşkêş dikin, singê pêşkêşiya raberkirinê û hêta ku wekî diyarî tê dayîn, wekî para gelê Îsraêl ya herheyî dan Harûnê Kahin û kurên wî.’”


Wê gavê Xudan eşîra Lêwî veqetand ku heta îro Sindoqa Peymanê hilgirin, li hizûra wî bisekinin, xulamiyê bikin û bi navê wî pîroz bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite