10 Tê Lêwiyiyan bînî hizûra Xudan, wê Îsraêlî destê xwe deynin ser Lêwiyiyan.
Wan ew li ber Şandiyan dan rawestandin, Şandiyan jî dua kir û destên xwe danîn ser wan.
Wê destê xwe deyne ser serê qurbana şewitandinê û wê ji bo kefareta wî bê qebûlkirin.
Destê xwe bi lez daneyne ser tu kesî, ne jî bibe hevparê gunehên hinekên din. Xwe paqij bigire.
Çaxê rihspiyan destên xwe danîn ser te, diyariyeke ruhanî bi pêxemberîtiyê ji te re hat dayîn. Xemsariyê li wê neke!
“Di şûna hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl de Lêwiyiyan û di şûna heywanên wan de heywanên Lêwiyiyan hilîne. Wê Lêwiyî yên min bin. Ez Xudan im.
Wê li hizûra Xudan, rîspiyên civakê destê xwe deynin ser serê conegê û wî li hizûra Xudan serjê bikin.