21 –wê kahin sonda naletê bi jinikê bide xwarin û jê re bibêje– Xudan zikê te biwerimîne û malzaroka te pûç bike. Xudan di nav gel de naletê bi ser te de bibarîne û te bike îbret.
bi birayên xwe re, bi esilzadeyan re bûn yek. Ji bo ku di riya Şerîeta Xwedê de ku Xwedê bi riya Mûsayê xulamê xwe daye de herin û tevahiya emir, qanûn û rêbazên Rebê me Xudan pêk bînin sond xwarin. Naletê li wan kesan anîn ku van rêbazan pêk neyînin.
Wê rojê Îsraêlî ji hal ketibûn. Çimkî Şawûl gel dabû sondê û gotibû: “Heta ez heyfa xwe ji dijminên xwe nestînim, nalet li wî ku heta êvarê nan bixwe!” Ji ber vê yekê jî tu kesî tiştek nexwaribû.
Piştre Yêşû sond xwar û got: “Kesê ku vî bajarî, Erîhayê ji nû ve ava bike, naleta Xudan lê be. Wê bi mirina kurê xwe yê mezin hîmê bajêr deyne û bi kuştina kurê xwe yê biçûk dergehên bajêr daçikîne.”
Ji ber ya ku wê were serê wan, wê hemû sirgûniyên gelê Cihûda yên li Babîlê vê naletê bêjin: ‘Bila Xudan te bike wekî Ahav û Sîdqiyayê ku Padîşahê Babîlê ew di nav êgir de pijandin.’
Piştî ku wî av pê da vexwarin, heke jinikê bi mêrê xwe re bêbextî kiribe û qirêj bûbe, gava ava ku naletê tîne vexwe, wê pê biêşe, zikê wê biwerime û malzaroka wê pûç bibe. Wî çaxî wê jinik di nav gel de naletbûyî be.