Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 5:14 - Kurmanji Încîl

14 herwiha fikreke hesûdiyê bikeve dilê mêrik, mêrik ji jina xwe biheside û di dilê xwe de jê bikeve şikê, ji bo ku jinik sûcdar be yan jî nebe,

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 5:14
5 Referans Kwoze  

Tu min wekî morekî deyne ser dilê xwe, Wekî morekî deyne ser zendê xwe. Çimkî hezkirin wekî mirinê hêzdar e, Dilketin wekî diyarê miriyan dijwar e. Pêta wê wekî pêta êgir Dişewitîne û diqedîne.


Çimkî hesûdî hêrsa mêrê wê radike, Di roja tolstandinê de, rehma wî tuneye.


Ma em dixwazin Xudan hêrs bikin? Ma em ji wî hêzdartir in?


Li ser vê yekê gotina Xudan ev e: “Heta roja ku ezê rabim şahidiyê, Li benda min bin. Çimkî hikmê min ev e: Ezê miletan berhev bikim, Ezê padîşahiyan bidim hev Û xezeba xwe li ser wan, Tevahiya hêrsa xwe ya dijwar li ser wan birijînim. Çimkî tevahiya dinyayê Wê ji hêla agirê xîreta min ve bê daqurtandin.


yan jî gava fikreke hesûdiyê bikeve dilê wî û ji jina xwe biheside, wê kahin jinikê li hizûra Xudan bide sekinandin û vê rêbazê ji bo wê pêk bîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite