10 Her pêşkêşiya pîroz a ku mirov ji bo xwe tîne para kahin e. Ya ku daye kahin para kahin e.’”
Hûnê wî li dereke pîroz bixwin, çimkî ev para te û kurên te ku ji pêşkêşiyên şewitandinê ya ji bo Xudan e. Çimkî wisa li min hatiye emirkirin.
Xudan ji Mûsa re got:
Çawa ku Xudan lê emir kiribû, Mûsa baca ji Xudan re hatiye veqetandin da Êlezarê Kahin.
Wê ev tişt ji bo Harûn û kurên wî wekî qanûneke herheyî bên parvekirin. Wê ji qurbanên aştiyê bin. Ev pêşkêşiya gelê Îsraêl ya ji Xudan re ne.