6 Ya ku Xudan li ser keçên Selofhad emir kiriye û gotiye ev e: ‘Ew dikarin bi wan kesan re bizewicin ku dilê wan pê xweş bin, lê divê mêr ji eşîra bavê wan bin.’
Ew bi mêrên ji binemala Minaşşeyê kurê Ûsiv re zewicîn û mîrasa wan ji eşîra binemala bavên wan re ma.
Bi yên bêbawer re nekevin bin eynî nîrî. Ma çi hevkariya rastdariyê bi neheqiyê re heye? An çi danûstandina tariyê bi ronahiyê re heye?
Ez dixwazim ku tu bi Xudan, bi Xwedayê erd û ezmanan sond bixwî ku tu ji keçikên Kenaniyên ku ez di nav wan de rûdinim, jinekê ji kurê min re neyînî.
“Keçên Selofhad rast dibêjin. Tê di nav apên wan de milk bi mîrasî bidî wan. Bila mîrasa bavê wan a wan be.
Li ser fermana devê Xudan, Mûsa li gelê Îsraêl emir kir û got: “Ziriyeta eşîra Ûsiv rast dibêje.
Êlezar mir. Kurên wî tunebûn, lê keçên wî hebûn. Mirovên wan ên ku kurên Qîş bûn ew ji xwe re anîn.