2 Wan got: “Xudan li Mûsayê xweyê me emir kir ku welêt bi awayê pişkavêtinê bi milkî bide gelê Îsraêl. Wî li xweyê me jî emir kir ku mîrasa merivê me Selofhad bide keçên wî.
Hûnê welêt bi pişk di nav binemalên xwe de parve bikin. Hûnê mîrasa kesên zêde ne, zêde bidin, ên kêm in, kêm bidin. Bi riya pişkê, ji kê re ku der bikeve, ew der ya wî ye. Hûnê li gorî eşîrên bav û kalên xwe mîras bistînin.
Ezê hemû şêniyên herêma çiyayî ya ji Lubnanê heta Mîsrefot-Mayîmê û hemû Saydayiyan, ji ber gelê Îsraêl biqewitînim. Tenê çawa ku min li te emir kiriye, tu van deran bi riya pişkê di nava gelê Îsraêl de parve bike.
Lê heke keçên Selofhad bi mêrên eşîreke din a gelê Îsraêl re bizewicin, wê mîrasa wan ji mîrasa malbatên me bê standin û bi ser mîrasa eşîra mêrên wan ve bê berdan. Bi vî awayî wê para ku bi pişk ji me re ket kêm bibe.