12 Ew bi mêrên ji binemala Minaşşeyê kurê Ûsiv re zewicîn û mîrasa wan ji eşîra binemala bavên wan re ma.
Keçên Selofhad; Mahla, Tîrsa, Hogla, Mîlka û Noa bi pismamên xwe re zewicîn.
Ferman û rêbazên Xudan ev bûn ku bi riya Mûsa li pêşberî Erîhayê, li deştên Moavê, li rojhilatê Çemê Şerîayê dan gelê Îsraêl.
Ya ku Xudan li ser keçên Selofhad emir kiriye û gotiye ev e: ‘Ew dikarin bi wan kesan re bizewicin ku dilê wan pê xweş bin, lê divê mêr ji eşîra bavê wan bin.’
Ûsivî hatin ba Yêşû. Wan jê re got: “Çima ji bo me tenê yek pişk û yek par hebû? Em gelek in. Xudan em pir zêde kirin.”