Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 34:4 - Kurmanji Încîl

4 di başûrê Hevrazê Dûpişkan re bigihîje Zînê û heta başûrê Qadêş-Barnêayê here. Wê ji wê derê here Hasar-Addar û Esmonê,

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 34:4
9 Referans Kwoze  

Bavên we yên ku min ji Qadêş-Barnêayê şandin ku welêt bibînin jî wisa kir.


Sînorê Amoriyan ji Hevrazê Dûpişkan heta Selayê û wêdetir dirêj bûbû.


“‘Sînorê we yê başûr wê ji Beriya Zînê hilkişe sînorê Edomê. Li rojhilat, wê sînorê we yê başûr ji keviyên Gola Xwê destpê bike,


Tevahiya civaka Îsraêl di meha pêşî de hat Beriya Zînê û li Qadêşê ma. Miryem li wê derê mir û hat veşartin.


Li Qadêşa li Beriya Paranê hatin ba Mûsa, Harûn û tevahiya civaka Îsraêl. Wan ya ku dîtine ji wan re û ji tevahiya civaka Îsraêl re got û fêkiyên welêt nîşanî wan da.


Zilam rabûn bi rê ketin, ji Beriya Zînê ber bi Levo-Hamatê, heta Rehovê lêkolîna welêt kir.


Mîrasa binemalên Cihûdayiyan bi riya pişkê hat dayîn. Mîrasa wan ber bi aliyê başûr ve heta sînorê Edomê bû û di binê başûrê wê de heta Beriya Zînê dirêj bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite