15 Her du eşîr û nîveşîr, mîrasa xwe li rojhilatê Çemê Şerîayê, li pêşberî Erîhayê standin.”
Emê bi awayekî çekdar li ber Xudan derbasî welatê Kenanê bibin, lê milkê ku emê mîras bistînin, wê li rojhilatê Çemê Şerîayê be.”
Çimkî eşîra Rûbên bi tevahiya malbatên xwe ve û eşîra Gad bi tevahiya malbatên xwe ve û nîveşîra Minaşşe mîrasa xwe standin.
Xudan ji Mûsa re got:
Wî miletên ji we mezintir û hêzdartir ji ber we qewitandin ku we bixe welatê wan û wekî îro, wî welatî bi milkî bide we.
Mûsa padîşahiya Sîhonê Padîşahê Amoriyan û padîşahiya Ogê Padîşahê Başanê da eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşeyê kurê Ûsiv. Wî welat, bajar û axa bajarên derdora wan dan wan.