13 Mûsa li gelê Îsraêl emir kir û got: “Welatê ku hûnê bi pişkê mîras bistînin ev e. Çawa ku Xudan emir kiriye, wê di nav neh eşîr û nîveşîrê de bê parvekirin.
Xudan ji Mûsa re got:
Wê rojê Xudan bi Avram re peyman çêkir û got: “Ezê welatê ku ji Çemê Misrê heta Çemê Mezin –ku Ferat e– berfireh e, bidim ziriyeta te
Lê wê welat bi riya pişkê bê parvekirin. Wê herkes mîrasa xwe li gorî eşîra bavê xwe bistîne.
Wê sînor dakeve Çemê Şerîayê û bigihîje keviyên Gola Xwê. “‘Wê sînorên welatê we ji her alî ve wiha be.’”
Her cihê pehniya piyê we lê bikeve, wê bibe ya we. Wê sînorên we ji beriyê heta Lubnanê, ji Çemê Feratê heta Derya Spî dirêj bibin.
Loma dema pişkavêtin û parvekirina welêt were, Wê kesek ji civîna Xudan tunebe.
Tu niha van deran di nav neh eşîran û nîveşîra Minaşşe de parve bike.”