Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 33:3 - Kurmanji Încîl

3 Di panzdehê meha pêşî de, dotira roja Cejna Derbasbûnê, gelê Îsraêl li ber çavê hemû Misriyan bi wêrekî ji Ramsêsê bi rê ket.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 33:3
10 Referans Kwoze  

Xudan dilê Firewn hişk kir û wî da pey gelê Îsraêl ku bi serfirazî dimeşiya.


Îro hûn di meha Avîv de ji vir derdikevin.


Gelê Îsraêl ji xeynî jin û zarokan, bi qasî şeş sed hezar mêrî, ji Ramsêsê ber bi Sûkkotê ve bi peyatî koç kir.


Wê Xwedê rabe, rê veke û li pêş gel bimeşe. Wê gel dergehê bajêr bişikêne û derkeve derve. Wê Padîşahê wan li pêş wan here, Wê Xudan li ser serê wan be.


Çimkî hûnê bi lez dernekevin, Hûnê bi rev neçin. Çimkî wê Xudan li pêşiya we here, Xwedayê Îsraêl wê parêzvanê li pey we be.


Bi çûyina wan Misir şa bû, Çimkî tirsa Îsraêliyan ketibû ser wan.


“Ev meh wê ji bo we bibe meha yekê. Wê ji we re bibe meha pêşî ya salê.


Ûsiv bav û birayên xwe li welatê Misrê bi cih kirin û çawa ku Firewn emir kiribû, li dera herî baş a welêt, li herêma Ramsêsê milk da wan.


Îcar Misriyan serkar danîn ser wan ku bi suxreya giran eziyetê li wan bikin. Wan ji bo Firewn, Pîtom û Ramsêsê ava kirin ku bajarên embarî bûn.


Li ser fermana devê Xudan, Mûsa beş bi beş ev rêwîtî nivîsî. Rêwîtiyên gelê Îsraêl ev bûn:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite