2 Li ser fermana devê Xudan, Mûsa beş bi beş ev rêwîtî nivîsî. Rêwîtiyên gelê Îsraêl ev bûn:
Xudan ji min re got: ‘Rabe here! Bide pêşiya gel ku ew herin welatê min bi sondxwarin dabû bav û kalên wan ku ji xwe re bikin milk.’
Ji Horêvê, di riya Çiyayê Seîrê de çûyîna Qadêş-Barnêayê yanzdeh rojan dajo.
Ev cara pêşî bû ku wan li ser fermana devê Xudan ku bi riya Mûsa hat dayîn, koç dikir.
Gava borî du caran lêxe, wê artêşgehên ku li aliyê başûr rûniştî ne bi rê bikevin. Ji bo ku ew bi rê bikevin, wê bi dengê bilind bê lêxistin.
Xudan ji Mûsa re got: “Tu vê wekî bîranînekê di nivîseke de binivîse û di guhê Yêşû de jî bibêje ku ezê navê Emalêqiyan bi tevahî ji ser rûyê erdê rakim.”
Rêwîtiyên ku gelê Îsraêl li gorî artêşgehên xwe bi rêberiya Mûsa û Harûn ji welatê Misrê derket, ev in.
Di panzdehê meha pêşî de, dotira roja Cejna Derbasbûnê, gelê Îsraêl li ber çavê hemû Misriyan bi wêrekî ji Ramsêsê bi rê ket.