16 Ji Beriya Sînayê koç kir li Qîvrot-Hattaawayê kon veda.
Navê wê derê Qîvrot-Hattaawa danî. Çimkî gelê ku dilê wan diçû xwarinên din li wê derê veşartin.
“Xwedayê me Xudan li Horêvê ji me re got: ‘Li vî çiyayî hûn bi têra xwe man.
Îcar dilê xelkê xerîb ê di nav wan de gelekî diçû xwarinên din. Gelê Îsraêl bi girî û gazin digot: “Xwezî hinek goşt hebûya me bixwara!
Bi vî awayî ew ji Çiyayê Xudan bi rê ketin û qonaxa sê rojan çûn. Ji bo ku ji wan re dera bêhnvedanê bibîne, Sindoqa Peymana Xudan sê rojan li pêş wan çû.
Ji Qîvrot-Hattaawayê koç kir û li Hasêrotê kon veda.