Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 30:12 - Kurmanji Încîl

12 Lê gava mêrê wê vê yekê bibihîze, ew bi tevahî betal bike, wê tevahiya soza ku ji devê wê derketiye û barên ku wê xwe xistiye binî betal bibin. Mêrê wê ew betal kirine û wê Xudan wê bibexişîne.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 30:12
10 Referans Kwoze  

Lê heke mêrê wê bibihîze û li dij derkeve, wê soza li ser wê û gotina bêyî ku bifikire gotiye û bi vî awayî xwe xistiye bin bar betal bibe. Wê Xudan keçikê bibexişîne.


Lê ez dixwazim hûn bizanin ku serê her zilamî Mesîh, serê jinê mêr û serê Mesîh jî Xwedê ye.


Lê heke bavê wê roja ku ev yek bihîst li dij derkeve, wê soza ku keçikê daye û barê ku xwe xistiye binî betal bibe. Wê Xudan keçikê bibexişîne, çimkî bavê wê li dij derketiye.


Heke kesek li hizûra Xudan bi şaşî guneh bike, wê kahin ji bo kesê ku bi nezanî guneh kiriye kefaretê bide û wê bê bexişandin.


Wê kahin ji bo tevahiya civaka Îsraêl kefaretê bide û wê bên bexişandin. Çimkî wan bi şaşî guneh kiribû. Ji ber gunehê wan, wan pêşkêşiyên paqijî û şewitandinê pêşkêşî Xudan kirin.


mêrê wê jî bibihîze, bêdeng bimîne û li dij dernekeve, wê hemû sozên wê û barên ku xwe xistiye binî li ser wê bimînin.


Mêrê jinikê, her soz û barê ku jina wî, ji bo dev ji nefsa xwe berde, bi sond xwe xistiye binî, dikare qebûl bike yan jî betal bike.


Na! Emê esse her gotina ji devê me derketiye bikin. Çawa ku me, bav û kalên me, padîşah û serekên me li bajarên Cihûdayê û li kolanên Orşelîmê dikir, emê jî, ji Şahbanûya Ezmanan re bixûrê pêxin û pêşkêşiyên rijandinê pêşkêşî wê bikin. Berê, em ji nên têr dibûn! Qencî bi me dihat kirin û me xerabî nedidît!


Êlqana li ser vê yekê wiha got: “Çawa dixwazî wisa bike. Heta zarok ji şîr hat vekirin, li vir bimîne. Bila Xudan soza xwe pêk bîne.” Îcar heta ku kurê Hannayê ji şîr vebû, li malê ma û wê şîr dayê.


Jinan got: “Erê! Gava me ji Şahbanûya Ezmanan re bixûr pêdixist û pêşkêşiyên rijandinê dirijandin, qey haya mêrên me jê tunebû ku em kilorên bi sûretê wê çêdikin û jê re pêşkêşiyan dirijînin?”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite