8 Hûnê qurbana şewitandinê ya ku bêhna wê bi Xudan xweş tê pêşkêş bikin; conegayek, beranek, heft berxên nêr ên yeksalî. Wê bêqisûr bin.
Hûnê wekî qurbana şewitandinê ya ku bêhna wê bi Xudan xweş tê, sêzdeh conega, du beran, çardeh berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikin. Divê ew bêqisûr bin.
Hûnê ji Xudan re wekî qurbana şewitandinê du conega, beranek û heft berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikin. Divê ew bêqisûr bin.
Hûnê wekî qurbana şewitandinê ya ku bêhna wê bi Xudan xweş tê, conegayek, beranek û heft berxên nêr ên yeksalî pêşkêş bikin.
Hûnê tiştê biqisûr pêşkêş nekin, çimkî wê ji bo we neyê qebûlkirin.
Pêşkêşiya wan a dexlê ku ji arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin wê wiha be: Bi conegê re ji dehan sisêyê efayê, bi berên re ji dehan duduyê efayê,
Heke qisûreke wî hebe –kulek an kor be, kêmahiya nebaş hebe– hûnê ji Xwedayê xwe Xudan re qurban nekin.
“Hûnê pez û dewarekî ku qisûr û kêmahiya wê heye ji Xwedayê xwe Xudan re pêşkêş nekin. Çimkî ev ji bo Xwedayê we Xudan kirêt e.
“‘Heke pêşkêşî qurbana şewitandinê ya dewêr be, divê nêr û bêqisûr be. Wê ew kes bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê ku ew li hizûra Xwedê bê qebûlkirin.