Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 28:6 - Kurmanji Încîl

6 Ev qurbana şewitandinê ya rojane ye ku li Çiyayê Sînayê hatiye danîn ku wê bêhna wê bi Xudan xweş bê. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya Xudan e.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 28:6
15 Referans Kwoze  

“Ya Mala Îsraêl! Ma we çil salan li beriyê, Tenê ji min re qurban û pêşkêşî anîn?!


Ji ber qurbanên te ez erzê te naşkînim, Goriyên te yên şewitandî, hergav li pêş min in.


Çawa ku hatiye nivîsandin, wan Cejna Holikan pîroz kir. Li gorî rojan ku di rê û rêbazan de hatiye kifşkirin, wan qurbanên şewitandinê yên rojane pêşkêş kirin.


“Li Harûn û kurên wî emir bike û bêje: ‘Rê û rêbaza qurbana şewitandinê ev e: Wê qurbana şewitandinê tevahiya şevê, heta serê sibê li ser agirê gorîgehê bimîne. Wê agirê li ser gorîgehê netefe.


Gava Xwedê li Çiyayê Sînayê gotinên xwe bi Mûsa re xilas kirin, wî du lewheyên kevirîn ên şahidiyê ku Xwedê bi tiliya xwe li ser wan nivîsîbûn dan wî.


Mûsa ket nav ewr û hilkişiya çiyê. Ew çil şev û çil rojan li serê çiyê ma.


Lê belê, eger xwîna min li ser gorî û xizmeta baweriya we wek pêşkêşekê bê rijandin jî, ezê şa bim û ezê bi we hemûyan re şa bim.


Hûnê pê re jî wekî pêşkêşiya dexlê, dehyeka efaya arvanê hûr ê ku bi çarîka hîneke zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêş bikin.


Herwiha bi berx re wekî pêşkêşiya rijandinê, wê çaryeka hîneke şerabê jî bê pêşkêşkirin. Hûnê pêşkêşiya rijandinê ji Xudan re li Pîrozgehê pêşkêş bikin.


Emrên ku Xudan li Çiyayê Sînayê ji bo gelê Îsraêl dan ev in.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite