5 Hûnê pê re jî wekî pêşkêşiya dexlê, dehyeka efaya arvanê hûr ê ku bi çarîka hîneke zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêş bikin.
“‘Gava kesek pêşkêşiya dexlê pêşkêşî Xudan bike, divê pêşkêşî ji arvanê hûr be. Wê rûn birijîne ser û guniyê deyne ser.
Omerek dehyeka efayekê ye.
Hûnê berxekî serê sibê, yê din jî ber êvarê pêşkêş bikin.
Ev qurbana şewitandinê ya rojane ye ku li Çiyayê Sînayê hatiye danîn ku wê bêhna wê bi Xudan xweş bê. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya Xudan e.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.