14 Hûnê wekî pêşkêşiya rijandinê bi her conegayekî re nîv hîn, bi berên re sêyeka hînekê û bi her berxî re çarîka hîneke şerabê pêşkêş bikin. Ji bo tevahiya salekê qurbana şewitandinê ya her mehê ev e.
û bi her berxî re wekî pêşkêşiya dexlê dehyeka efaya arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin pêşkêş bikin. Ev qurbana şewitandinê ye ku bêhna wê xweş e. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya Xudan e.
Herwiha bi berx re wekî pêşkêşiya rijandinê, wê çaryeka hîneke şerabê jî bê pêşkêşkirin. Hûnê pêşkêşiya rijandinê ji Xudan re li Pîrozgehê pêşkêş bikin.
Kahinno, çûxê li xwe bikin! Xizmetkarên gorîgehê bizarin! Xizmetkarên Xudan werin Û di nav çûxê de şevê biborînin! Çimkî pêşkêşiyên dexlê û rijandinê, Ji Mala Xwedayê we hatin texsîrkirin.