21 Wê li pêş Êlezarê Kahin bisekine û wê kahin li hizûra Xudan biryara Ûrîmê bipirse. Bi vî awayî wê Êlezar rêberiya Yêşû û tevahiya civaka Îsraêl bike.”
Tê Ûrîm û Tûmmîmî bixî hundirê bersingê biryarê û gava Harûn were hizûra Xudan, wê li ser dilê wî bin. Wê Harûn li hizûra Xudan biryara kurên Îsraêl li ser singê xwe hilgire.
Paşê gelê Îsraêl çû Bêt-Êlê. Li hizûra Xudan heta êvarê giriya. Ji Xudan pirs kir û got: “Ma em dîsa li dijî pismamên xwe Binyamîniyan şer bikin?” Xudan got: “Erê, li dijî wan şer bikin.”
Gelê Îsraêl rabû çû Bêt-Êlê. Li wir, wan ji Xwedê pirsî û got: “Kî ji me wê pêşî here û li dijî Binyamîniyan şer bike?” Xudan got: “Wê eşîra Cihûda pêşî here.”
Wê Xwedayê we Xudan li pêşiya we derbas bibe û van miletan li ber we tune bike. Hûnê wan biqewitînin. Çawa ku Xudan got, wê Yêşû li pêş we derbas bibe.