Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 27:19 - Kurmanji Încîl

19 Tê wî li pêş Êlezarê Kahin û tevahiya civakê bidî sekinandin û li ber çavê wan wî bikî peywirdar.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 27:19
12 Referans Kwoze  

Li Yêşû emir bike. Wî hêzdar û wêrek bike. Çimkî wê li pêş vî gelî tê re derbas bibe. Ewê jî bike ku ev gel welatê tê bibînî, ji xwe re bike milk.’


Ez li ber Xwedê, li ber Mesîh Îsa û li ber milyaketên bijartî tembîh li te dikim ku tu van tiştan bê alîgirtin biparêzî û tu tiştî ji bo xatir nekî.


Ji Arxîpos re bêjin: «Hay jê hebe da tu wê xizmeta ku te ji Xudan standiye, pêk bînî.»


Xudan li Yêşûyê kurê Nûn emir kir û got: “Hêzdar û wêrek be. Çimkî tê gelê Îsraêl bibî welatê ku min bi sond da û ezê bi te re bim.”


Ji bo ku tevahiya civaka Îsraêl guhdariya wî bike, tê ji desthilatiya xwe bidî wî.


Wê Xwedayê we Xudan li pêşiya we derbas bibe û van miletan li ber we tune bike. Hûnê wan biqewitînin. Çawa ku Xudan got, wê Yêşû li pêş we derbas bibe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite