Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 26:65 - Kurmanji Încîl

65 Çimkî Xudan li ser wan gotibû: “Wê esse li beriyê bimirin.” Ji xeynî Kalêvê kurê Yefûnne û Yêşûyê kurê Nûn, tu kes ji wan sax nemabû.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 26:65
20 Referans Kwoze  

Lê ji zilamên ku lêkolîna welêt kirin, Yêşûyê kurê Nûn û Kalêvê kurê Yefûnne sax man.


Îcar bala xwe bide qencî û hişkiya Xwedê. Ew li hember ên ketî hişk e; lê ji te re qenc e – eger tu di qenciya wî de bimînî. An na tu jî, tê bêyî birrîn.


Ez Xudan, min gotiye û bi rastî jî ezê vê yekê bînim serê tevahiya vê civaka xerab ku li dijî min rabû. Wê li vê beriyê telef bibin û li vir bimirin.”


Îcar her çiqas hûn her tiştî dizanin jî, ez dixwazim bînim bîra we ku Xudan gelê xwe ji diyarê Misrê xilas kiribe jî, yên ku bawer nekirin, piştre helak kirin.


Gelê Îsraêl ji xeynî jin û zarokan, bi qasî şeş sed hezar mêrî, ji Ramsêsê ber bi Sûkkotê ve bi peyatî koç kir.


Xudan ji Mûsa û Harûn re got:


Lê wê cendekên we li vê beriyê bikevin.


“Bavê me li beriyê mir. Ew ne di nav koma Qorax de bû ku serî li dijî Xudan rakir. Ew tenê ji ber gunehê xwe mir. Kurên wî çênebûn.


“Navê kesên ku hûnê peywirdar bikin ev in: Ji eşîra Cihûda, Kalêvê kurê Yefûnne,


Wê tenê Kalêvê kurê Yefûnne bibîne. Ezê welatê ku wî lingê xwe avêtiye bidim wî û ziriyeta wî. Çimkî wî bi dil û can da pey riya Xudan.’


Sedema ku Yêşû ew sinet kirin ev bû: Hemû mêrên Îsraêlî yên ji Misrê derketibûn, hemû şervanên wan, piştî ku ji Misrê derketibûn, di rêwîtiya beriyê de miribûn.


Çimkî wê xerab bên birrîn û avêtin Belê hêvîdarên Xudan, welat mîras distînin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite