59 Jina Emram, Yoxeveda ji ziriyeta Lêwî bû ku li Misrê hatibû dinyayê. Yoxevedê ji Emram re Harûn, Mûsa û Miryema xwişka wan anî.
Emram bi meta xwe Yoxeved re zewicî û Yoxevedê jê re Harûn û Mûsa anî. Emram 137 sal kir.
Tê tazîbûna xwişka bavê xwe venekî. Ew namûsa bavê te ye.
Xwişka wî ji dûr ve sekinî, lê nihêrî ka wê çi pê bibe.
Xwişka Harûn, Mîryama Pêxember def da destê xwe û hemû jin bi reqs û bi defan li pey wê çûn.
Miryem û Harûn ji ber jinika Kûşî rexne li Mûsa girtin. Çimkî wî jineke Kûşî ji xwe re anîbû.
Tevahiya civaka Îsraêl di meha pêşî de hat Beriya Zînê û li Qadêşê ma. Miryem li wê derê mir û hat veşartin.