58 Binemalên Lêwiyiyan ev bûn: Binemala Lîvnî, binemala Hevron, binemala Mahlî, binemala Mûşî û binemala Qorax. Qohat bavê Emram bû.
Qoraxê kurê Yîsharê kurê Qohatê kurê Lêwî, Datan û Avîramê kurên Êliyav, ji ziriyeta Rûbên û Onê kurê Pelet,
Emram bi meta xwe Yoxeved re zewicî û Yoxevedê jê re Harûn û Mûsa anî. Emram 137 sal kir.
Kurên Qorax: Assîr, Êlqana û Aviyasaf. Binemalên Qoraxî ev in.
Binemalên Emram, Yîshar, Hevron û Ûzziyêl ji ziriyeta Qohat bûn. Binemalên Qohatiyan ev bûn.
Binemalên Mahlî û Mûşiyan ji ziriyeta Mêrarî ne. Binemalên Mêrariyiyan ev in.