Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 25:8 - Kurmanji Încîl

8 Wî da pey wî Îsraêlî, ket hundirê kon û bi rima destê xwe li zikê wî û jinikê xist. Bi vî awayî kula bi ser gelê Îsraêl de hat, sekinî.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 25:8
10 Referans Kwoze  

Dawid ji Ornan re got: “Vê bênderê, bi çi bihayî be bifiroşe min. Ezê li vir, ji Xudan re gorîgehekê çêkim ku kul ji nav gel rabe.”


Dawid li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir û qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş kirin. Xudan bersiv da lavakirina wî ya ji bo welêt. Nexweşiya giran ji nava welatê Îsraêl rakir.


“Pînehasê kurê Êlezarê kurê Harûnê Kahin kir ku xezeba min ji ser gelê Îsraêl vegere. Wî ji bo xatirê min xîretkêşiyeke wisa nîşan da ku ez bi xîretkêşiya xwe dawiya gelê Îsraêl neyînim.


Li ser vê yekê Mûsa ji dadgerên gelê Îsraêl re got: “Her yekî ji we, mêrên ku xwe bi Baal-Peor ve girê dane bikujin.”


“Peymana min a bi Lêwî re peymana jiyan û aştiyê ye ku min da wî. Peymanê xwest ku ew ji min bitirse û ew tirsiya jî. Wî qedrê navê min girt.


Her kesê nêzîkî Meskenê Xudan dibe, tune dibe. Ma emê hemû bimirin?”


Paşê wan li ser wî şikêreke keviran çêkir ku heta îro jî dimîne. Bi vî awayî hêrsa Xudan danî. Heta îro jî, ji wê derê re Deşta Exorê dibêjin.


Hestiyên Şawûl û Yonatanê kurê wî, di gora Qîşê bavê Şawûl de veşartin ku li Sêlaya herêma Binyamînê bû. Hemû fermanên padîşah bi cih anîn. Piştî vê yekê Xwedê bersiv da lavakirinên li ser welêt.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite