6 Di vê navberê de Îsraêliyek hat ku jineke Mîdyanî li ber çavê Mûsa û tevahiya civaka Îsraêl ji birayekî xwe re anî. Ew li ber deriyê Konê Hevdîtinê digiriyan.
Bila kahin û xizmetkarên Xudan, Di navbera eywan û gorîgehê de bigirîn. Bila bêjin: ‘Ya Xudan, li ber gelê xwe bikeve! Mîrasa xwe riswa neke, Bila nebe pêkenoka miletan. Wê çima di nav gelan de bêjin: Ka Xwedayê wan li ku ye?’”
Wan ji rîspiyên Mîdyanê re got: “Çawa ku dewar giyayê çolê dixwe, wê ev civaka hov jî tevahiya derdora me bixwe.” Wê demê Balaqê kurê Sîppor, Padîşahê Moavê bû.
Ji ber kirêtiyên xwe, şermezar bûn? Lê wan qet şerm nekir. Ew nizanin rûsorbûn çi ye, Loma jî wê di nav ketiyan de bin, Gava hatin cezakirin, wê biterpilin’” dibêje Xudan.