13 ‘Heke Balaq qesra xwe tije zêr û zîv bike û bide min jî, ez nikarim ji gotina Xudan derkevim ku ji ber xwe nikarim qencî yan xerabiyê bikim. Xudan çi bêje ezê wê bêjim’?
Xwedê bi şev li Balam xuya bû û jê re got: “Heke ev zilam ji bo gazîkirina te hatibin, rabe bi wan re here. Lê tê tenê wan tiştan bikî ku ez ji te re dibêjim.”
Balam bersiv da şandiyên Balaq û got: “Balaq qesra xwe bi zêr û zîv tije bike û bide min jî, çi biçûk çi mezin, ji fermana devê Xwedayê xwe Xudan pêve tiştekî din nakim.