30 Çawa ku Balam jê re got, Balaq wisa kir. Wî li ser her gorîgehê conega û beranekî pêşkêş kirin.
Balam, ji Balaq re got: “Tu li vir ji bo min heft gorîgeh çêke, heft conega û heft beran jî amade bike.”
Çaxê Balam dît ku pîrozkirina gelê Îsraêl di çavê Xudan de qenc e, wekî carên din li pey falan neket û berê xwe da beriyê.
“‘Heke pêşkêşî qurbana şewitandinê ya dewêr be, divê nêr û bêqisûr be. Wê ew kes bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê ku ew li hizûra Xwedê bê qebûlkirin.
Balaq pez û dewar serjê kirin, ji Balam û serekan re şandin ku pê re ne.
Balam ji Balaq re got: “Tu li vir ji min re heft gorîgehan çêke. Heft conega û heft beranan jî amade bike.”
Çawa ku Balam got, Balaq kir. Balaq û Balam li ser her gorîgehê conega û beranekî pêşkêş kirin.
Avşalom dema ku qurban serjê dikirin, şêwirmendê Dawid Ahîtofêlê Gîloyî jî, ji bajarê Gîloyê anîbû. Bi vî awayî serhildan xurt bû. Çimkî civata dida pey Avşalom her diçû zêdetir dibû.