Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 23:3 - Kurmanji Încîl

3 Balam ji Balaq re got: “Tu li ba qurbana şewitandinê bisekine, ezê hinekî herim pêş. Belkî Xudan li min xuya bibe û ew her çi ji min re bêje, ezê ji te re bêjim.” Piştre ew derket ser girekî tazî.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 23:3
16 Referans Kwoze  

Balam ji Balaq re got: “Tu li ba qurbana şewitandinê bisekine, ezê li benda wî bim.”


Çaxê Balam dît ku pîrozkirina gelê Îsraêl di çavê Xudan de qenc e, wekî carên din li pey falan neket û berê xwe da beriyê.


Xudan gazî Mûsa kir û ji Konê Hevdîtinê jê re got:


Îbrahîm serê xwe rakir û dît ku qiloçên beranekî di nav deviyê de asê mane. Rabû çû, beran anî û ew di cihê kurê xwe de kir qurbana şewitandinê.


Xwedê got: “Kurê xwe yê yekta Îshaqê jê hez dikî bibe herêma Moriyayê. Li wir, li serê çiyayekî ku ezê ji te re bêjim, bike qurbana şewitandinê.”


Nûh ji Xudan re gorîgehek çêkir û ji hemû heywan û teyrên paqij, qurbanên şewitandinê pêşkêş kirin.


Piştre Yîtroyê xezûrê Mûsa qurbanên şewitandinê û qurbanên din ji Xwedê re anîn. Harûn û hemû rîspiyên gelê Îsraêl, ji bo ku bi xezûrê Mûsa re li hizûra Xudan xwarinê bixwin hatin.


Îcar Îblîs ew derxist serê çiyayekî gelek bilind û hemû padîşahiyên dinyayê û rûmet û bedewiya wan nîşanî wî da


Çawa ku Balam got, Balaq kir. Balaq û Balam li ser her gorîgehê conega û beranekî pêşkêş kirin.


Xwedê li Balam xuya bû. Balam jê re got: “Min heft gorîgeh amade kirin û li ser her yekê conega û beranekî pêşkêş kirin.”


Balam lê vegerand û got: “Divê ez bi baldarî ya ku Xudan xistiye devê mirov bêjim, ne wisa?”


Lê Balam got: “Min ji te re negot, Xudan çi bêje divê ez wê bikim?”


Lê min guhdariya Balam nekir. Bi ser de wî hûn pîroz û bereket dikirin. Bi vî awayî min hûn ji destê wî rizgar kirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite