Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 23:16 - Kurmanji Încîl

16 Xudan li Balam xuya bû, gotin xist devê wî û got: “Vegere ba Balaq û wiha bêje.”

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 23:16
7 Referans Kwoze  

Xudan gotinek xist devê wî û got: “Vegere ba Balaq û jê re wiha bêje.”


Çaxê Balam dît ku pîrozkirina gelê Îsraêl di çavê Xudan de qenc e, wekî carên din li pey falan neket û berê xwe da beriyê.


Milyaketê Xudan ji Balam re got: “Bi van zilaman re here, lê tenê ya ku ezê ji te re bêjim, ji wan re bêje.” Balam bi serekên Balaq re çû.


Xwedê bi şev li Balam xuya bû û jê re got: “Heke ev zilam ji bo gazîkirina te hatibin, rabe bi wan re here. Lê tê tenê wan tiştan bikî ku ez ji te re dibêjim.”


Balam ji Balaq re got: “Tu li ba qurbana şewitandinê bisekine, ezê li benda wî bim.”


Ew hat ba Balaq. Ew bi hemû serekên Moavê re li ba qurbana şewitandinê disekinî. Balaq jê re got: “Xudan çi got?”


Ezê ji bo wan, ji nav birayên wan pêxemberekî wekî te derînim. Wê gotina min ji devê wî bibihîzin û her tişta ez lê emir dikim wê ji wan re bêje.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite