15 Balam ji Balaq re got: “Tu li ba qurbana şewitandinê bisekine, ezê li benda wî bim.”
Balam ji Balaq re got: “Tu li ba qurbana şewitandinê bisekine, ezê hinekî herim pêş. Belkî Xudan li min xuya bibe û ew her çi ji min re bêje, ezê ji te re bêjim.” Piştre ew derket ser girekî tazî.
Balam ji wan re got: “Îşev li vir bimînin. Bi awayê ku wê Xudan ji min re bibêje, ezê bersiva we bidim.” Serekên Moavê wê şevê li ba Balam man.
Balaq Balam bir Deşta Sofîmê a li Girê Pîsgayê. Wî li wir heft gorîgeh çêkirin û li her gorîgehê conega û beranekî pêşkêş kirin.
Xudan li Balam xuya bû, gotin xist devê wî û got: “Vegere ba Balaq û wiha bêje.”
Lê min guhdariya Balam nekir. Bi ser de wî hûn pîroz û bereket dikirin. Bi vî awayî min hûn ji destê wî rizgar kirin.