Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 23:14 - Kurmanji Încîl

14 Balaq Balam bir Deşta Sofîmê a li Girê Pîsgayê. Wî li wir heft gorîgeh çêkirin û li her gorîgehê conega û beranekî pêşkêş kirin.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 23:14
11 Referans Kwoze  

Li Gîladê xerabî heye. Bi rastî ew qelp in, Li Gîlgalê gayan qurban dikin. Loma jî gorîgehên wan Wekî şikêrên kevirên zeviyên ajotî ne.


Kesên ku zêr ji kîsikê vala dikin Û zîv di mêzînê de dikişînin, Bi destmiza xwe zêrker digirin. Ew jî, ji vê îlahekî çêdike, Deverû diçin erdê û diperizinê!


Piştre Mûsa ji deştên Moavê hilkişiya Çiyayê Neboyê û derket serê Pîsgayê ku li pêşberî Erîhayê ye. Xudan tevahiya welêt nîşanî wî da; ji welatê Daniyan heta Gîladê,


û tevahiya Eravaya li rojhilatê Çemê Şerîayê, heta Gola Eravaya di palên Çiyayê Pîsgayê de ye.


Hilkişe ser Çiyayê Pîsgayê û bi çavê xwe li rojava, bakur, başûr û rojhilat binêre. Bi çavê xwe bibîne, çimkî tê di Çemê Şerîayê re derbas nebî.


Balam, ji Balaq re got: “Tu li vir ji bo min heft gorîgeh çêke, heft conega û heft beran jî amade bike.”


û ji Bamotê çûn deşta li herêma Moavê ya ku li ba palên Çiyayê Pîsgaya pêşberî beriyê ye.


Balaq jê re got: “Lava dikim bi min re were dereke din, tê ji wir wan bibînî. Tê tenê beşekî wan bibînî, tê wan hemûyan nebînî. Li wir ji bo min naletê li wan bîne.”


Balam ji Balaq re got: “Tu li ba qurbana şewitandinê bisekine, ezê li benda wî bim.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite