Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 23:13 - Kurmanji Încîl

13 Balaq jê re got: “Lava dikim bi min re were dereke din, tê ji wir wan bibînî. Tê tenê beşekî wan bibînî, tê wan hemûyan nebînî. Li wir ji bo min naletê li wan bîne.”

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 23:13
10 Referans Kwoze  

Wî ji naletê hez kir, nalet lê be! Kêfa wî ji xêr û pîroziyê re nehat, Xêr û bereket jê dûr be!


Ya gelê min, pîlanên Balaqê Padîşahê Moavê bi bîr bîne! Bersiveke Balamê kurê Beor bîne bîra xwe. Ka ji Şîttîmê heta Gîlgalê çi qewimiye? Wê gavê tê bizanibî rizgariyên min.”


Zilamê Xwedê nêzîk bû û ji Padîşahê Îsraêlê re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Madem Aramiyan got: Xudan Xwedayê çiyayan e û ne Xwedayê deştan e, ezê tevahiya vê qelebalixê bidim destê te û wê gavê hûnê bizanibin ku ez Xudan im.’”


Karmendên Padîşahê Aramê jê re got: “Xwedayê wan xwedayê çiyayan e; ji ber vê, ji me bihêztir bûn. Lê heke em bi wan re li deştê şer bikin, emê esse ji wan bihêztir bin.


Balaqê kurê Sîpporê Padîşahê Moavê rabû û li dijî gelê Îsraêl şer kir. Wî şand pey Balamê kurê Beor ku naletê li we bîne.


Serê sibê wî Balam hilda û ew bir bilindciyên Bamot-Baalê. Balaq ji wir beşekî ji gelê Îsraêl dît.


Balam lê vegerand û got: “Divê ez bi baldarî ya ku Xudan xistiye devê mirov bêjim, ne wisa?”


Balaq Balam bir Deşta Sofîmê a li Girê Pîsgayê. Wî li wir heft gorîgeh çêkirin û li her gorîgehê conega û beranekî pêşkêş kirin.


Lava dikim were û ji bo min naletê li vî gelî bîne. Çimkî ew ji min hêzdartir e. Dibe ku em bi ser bikevin û wan ji welêt derxin. Ji ber ku ez dizanim, kesê tu pîroz bikî pîroz e û kesê tu naletê lê bînî binalet e.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite