Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 21:5 - Kurmanji Încîl

5 Wan gazin ji Xwedê û Mûsa kir û got: “Ma we em ji Misrê deranîn ku em li beriyê bimirin? Li vir ne nan heye, ne jî av. Herwiha dilê me ji vê xwarina xerab dixele.”

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 21:5
19 Referans Kwoze  

Li hember Xwedê peyivîn û gotin, «Ma Xwedê dikare li çolê sifrê deyne.


Dotira rojê tevahiya civaka Îsraêl li dijî Mûsa û Harûn gilî û gazinên xwe kir. Wan got: “We gelê Xudan kuşt.”


Gelê Îsraêl ji Mûsa re got: “Va ye, em tune dibin! Em dimirin! Emê hemû tune bibin!


Wan ji Mûsa re got: “Ma li Misrê gor tunebûn ku te em anîn beriyê ku li vir bimirin?! Te dît te em ji Misrê deranîn û çi anî serê me!


Kesê têr hingivê jî naxwaze, Lê ji kesê birçî re xwarina tehl şîrîn e.


Xwedê, mala bêkesan ava dike, Dîlan dertine firehiyê, Belê serhildêr li dera ziwa rûdinên.


Mala Îsraêl navê wî nanî man danî. Ew wekî tovê kişnişê spîçolkî bû û tehma wî wekî şilekê bihingiv bû.


Gelê Îsraêl ev dît û ji hev re got: “Ev çi ye?” Çimkî nizanibûn ew çi ye. Mûsa ji wan re got: “Ev ew nan e ku Xudan ji bo xwarinê da we.


Gel li Mûsa kir gazin û got: “Ka emê çi vexwin?”


Û em Mesîh neceribînin wek ku hinekan ji wan kir û ji aliyê maran ve hatin helakkirin.


meheke sax, heta ji pozê we bê û hûn jê bikerixin hûnê bixwin! Çimkî we Xudanê di nav xwe de red kir, hûn li ber wî giriyan û we got: ‘Em çima ji Misrê derketin?’”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite