Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 21:4 - Kurmanji Încîl

4 Ji bo ku ji dorhêla welatê Edomê derbas bin, gelê Îsraêl ji Çiyayê Horê bi riya Derya Sor bi rê ket. Lê di rê de sebra wan nema.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 21:4
14 Referans Kwoze  

Mûsa ev ji gelê Îsraêl re got, lê ji ber ku hêviyên wan şikestibûn û di bin koletiyeke giran de bûn guh nedanê.


“‘Ew di beriyê re, di dora welatên Edom û Moavê re derbas bûn, gihîştin rojhilatê welatê Moaviyan û li aliyê din ê Geliyê Arnonê kon vedan. Ew neketin welatê Moavê, çimkî Geliyê Arnonê sînor bû.


Hûn çima dilê gelê Îsraêl sar dikin ku diçin welatê Xudan daye wan?


Wan dilê şagirtan xurt dikir û ew dişidandin ku di baweriyê de bimînin û gotin: «Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê.»


Wî çaxî gel ji Çiyayê Horê koç kir û li Salmonayê kon veda.


Gava ew heta Newala Eşkolê çûn û wan welat dît, wan dilê gelê Îsraêl sar kir ku neçin welatê Xudan daye wan.


Lê hûn vegerin, di riya Derya Sor re herin beriyê.’


Çawa ku Xudan lê emir kir, Mûsa wiha kir. Li ber çavê tevahiya civakê ew hilkişiyan Çiyayê Horê.


Emalêqî û Kenanî li deştê dijîn. Hûn sibê bizivirin û di riya Derya Sor re bi rê bikevin û herin beriyê.”


“Çawa ku Xudan li me emir kiribû, em zivirîn di riya Derya Sor re çûn beriyê. Demeke dirêj em li dorhêla herêma çiyayî ya Seîrê geriyan.


Paşê got: “Em di kîjan riyê re herin?” Yoram got: “Di riya deştên Edomê re.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite