Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 21:32 - Kurmanji Încîl

32 Mûsa zilam şandin ku sixûriya Yazêrê bikin. Wan gundên wê standin û Amoriyên wê derê qewitandin.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 21:32
10 Referans Kwoze  

Ya mêwa Sîvmayê, Ezê ji bo te ji Yazêrê zêdetir bigirîm. Guliyên te ji golê borîn, gihîştin Yazêrê. Xerabkar bi ser rez û fêkiyên te yên havînê de hat.


Gelek zêde pez û dewarên Gadî û Rûbêniyan hebûn. Gava wan dît ku axa Yazêrê û axa Gîladê ji bo xweyîkirina heywanan baş in,


Etrot-Şofan, Yazêr, Yogboha,


“Etarot, Dîvon, Yazêr, Nîmra, Heşbon, Êlele, Sevam, Nebo û Beon


Bi vî awayî gelê Îsraêl li welatê Amoriyan bi cih bû.


Axa wan ev bû: Yazêr, hemû bajarên Gîladê û nîvê axa Emmoniyan a ku digihîşt Eroêra nêzîkî Rabbayê tê de bû,


Ji Çemê Şerîayê derbas bûn û nêzîkî Eroêrê, li başûrê bajarê li navenda gelî kon vedan. Ji wir yek bi yek Gadê, Yazêrê,


Amoriyan, Kenaniyan, Gîrgaşiyan û Yevûsiyan e.”


Min ji pêşiya we mozebeş şandin û wan herdu padîşahên Amoriyan ji ber we qewitandin. Ev yek bi şûr û kevanê we çênebû!


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite