17 Li ser vê yekê gelê Îsraêl ev stran got: “Ya bîr! Bila ava te bipijiqe! Jê re stranan bêje!
Eger di nav we de yek êşê dikişîne, bila dua bike. Eger yek dilşa ye, bila lavijeyan bêje.
Ji Xudan re lavijan bêjin, Çimkî wî karên bi heşmet kirin. Bila tevahiya dinya vê yekê bizanibe.
Hingê bawerî bi peyva wî anîn, Bi lavijan pesnê wî dan.
Bi lavijan bidin pesnê wî, ji wî re bistirin, Karên wî yên nedîtî bêjin!
Wê rojê Debora û Baraqê kurê Avînoem ev stran got:
Ew bîra ku serekan veda Û mîran bi dar û gopalan kola.” Paşê ew ji beriyê çûn Mattanayê,