13 Ji wir bi rê ket û li aliyê din ê Geliyê Arnonê kon veda ku li beriyê digihîje sînorê Amoriyan. Arnon sînorê Moavê ye ku di navbera Moavî û Amoriyan de ye.
“‘Ew di beriyê re, di dora welatên Edom û Moavê re derbas bûn, gihîştin rojhilatê welatê Moaviyan û li aliyê din ê Geliyê Arnonê kon vedan. Ew neketin welatê Moavê, çimkî Geliyê Arnonê sînor bû.
“‘De rabin û ji Geliyê Arnonê derbas bibin. Va ye, min Sîhonê Amoriyê Padîşahê Heşbonê û welatê wî da destê we. Rabin welatê wî ji xwe re bikin milk. Êrîşî wî bikin.