8 “Gopêl hilde, paşê bi Harûnê birayê xwe re civakê bidin hev û li ber çavê wan emir bidin zinêr ku av jê bizê. Tê ji zinêr ji bo wan avê derxî ku ew û heywanên wan vexwin.”
Wê heywanên çolê, çeqel û kund Rûmetê bidin min. Çimkî ez li beriyê avê didim, Li erdê ziwa çeman didim Ku ez bi gelê xwe yê hilbijartî bidim vexwarin.
Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger baweriya we hebe û hûn nekevin şikê, hûn ne bi tenê dikarin tiştê ku bi vê dara hêjîrê bûye bikin, lê eger hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› wê bibe.
Gel qîriya û kahinan li boriyê xist. Gava dengê boriyan bihîstin, gel hê bêtir qîriya û dîwar di cihê xwe de hilweşiyan. Wê gavê her kes ji dera ku tê de ye ket bajêr û bajar desteser kir.
Gava ew bi dirêjî li boriyên qiloçên beranan bixin, hema wê gavê wê tevahiya gel bi dengê bilind biqîre. Bi vî awayî wê sûrên bajêr di cihê xwe de hilweşin. Wî çaxî herkes ji dera ku tê de ye, wê bikeve bajêr.”
Çawa ku Xudan li wan emir kiribû, Mûsa û Harûn wisa kir. Harûn li ber çavê Firewn û karmendên wî gopalê xwe rakir û li ava çêm xist. Tevahiya çem bû xwîn