Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 20:5 - Kurmanji Încîl

5 Ma we em ji Misrê deranîn ku me bînin vê dera xerab?! Li vir ne dexil, ne hejîr, ne tirî ne jî hinar heye! Ava vexwarinê jî tuneye!”

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 20:5
8 Referans Kwoze  

Tevî ku te em nebirin welatê ku şîr û hingiv jê diherike, te rez û zevî jî wekî mîras nedan me. Ma ji te kirî ev zilam kor in? Na, em nayên.”


Wan negot: ‘Xudan li ku ye Ku em ji welatê Misrê deranî? Ka Yê ku li beriyê, Li warê çal û beyaran, Li dera ziwa û taristana kûr, Li diyarê ku tu kes tê re derbas nedibû Û tu mirov lê nedima, rêberiya me kir?’


“Here û li gelê Orşelîmê biqîre û bibêje: ‘Xudan wiha dibêje: “‘Dilsoziya ciwaniya xwe, Hezkirina bûkaniya xwe Û çawa ku li beriyê, li warê beyar Te da pey min ji bîr nakim.


Te çil salan ew li beriyê têr kirin, tu kêmahiya wan tunebû. Cilên wan kevin nebûn û lingên wan newerimî.


Xudan hûn li wê beriya mezin û bi xof, li axa tî û bêav meşandin ku bi marên bijehr û dûpişkan tije ye. Wî ji zinarên qewîn ji we re av derxist.


“Wê Harûn bimire û bigihîje pêşiyên xwe. Wê nekeve welatê ku min da gelê Îsraêl. Çimkî hûn li ser ava Merîvayê li dijî fermana devê min derketin.


Çimkî li Beriya Zînê, gava civakê di nav avê de serî li dijî min rakir, hûn li Beriya Zînê li dijî fermana devê min rabûn. We li ber avê, rûmeta pîroziya min negirt.” –Ev li Beriya Zînê, li Qadêşê ava Merîvayê ye.–


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite