Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 20:10 - Kurmanji Încîl

10 Mûsa û Harûn civak li pêş zinêr civand. Mûsa ji wan re got: “Serhildêrno, guhdar bin! Gelo em ji vî zinarî ji we re avê derxin?”

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 20:10
18 Referans Kwoze  

Em hemû di gelek tiştan de diterpilin. Eger yek bi devê xwe nekeve, ew dikare hemû bedena xwe jî desgîn bike û ew mirovekî gihîştî ye.


«Hêrs bibin, lê guneh nekin;» bila roj li ser hêrsa we neçe ava.


Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku li birayê xwe hêrs bibe, wê bê dîwankirin. Û kî ku ji birayê xwe re bêje: ‹Bêmejî!› wê li ber Dîwana Bilind bê kişandin pirsyarê. Û kî ku bêje: ‹Ehmeq!› ewê agirê dojehê heq bike.


Ji roja ez we nas dikim heta îro hûn hergav li dijî Xudan derketin.


Ûsiv lê vegerand û got: “Ez nikarim lê wê Xwedê bersiveke xêrê bide Firewn.”


Wan got: “Me herduyan xewn dît, lê kesê ku şirove bike tuneye.” Ûsiv ji wan re got: “Ma şirovekirin ne karê Xwedê ye? Kerem bikin, xewnên xwe ji min re bêjin.”


Îcar ne yê ku çandiye û ne jî yê ku av daye tiştek e; lê belê Xwedê, yê ku mezin dike, girîng e.


Ezê li wir, li Çiyayê Horêvê, li ser zinêr li ber te bisekinim. Tê li zinêr bixî û ji bo ku gel jê vexwe, wê av jê biherike.” Mûsa li pêş rîspiyên Îsraêliyan, ya ku jê re hat gotin kir.


“Wê Harûn bimire û bigihîje pêşiyên xwe. Wê nekeve welatê ku min da gelê Îsraêl. Çimkî hûn li ser ava Merîvayê li dijî fermana devê min derketin.


Wî ji zinaran av deranî, Wek çeman av herikand.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite