Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 19:21 - Kurmanji Încîl

21 Wê ev ji bo wan bibe qanûneke herheyî. Kesê ava paqijkirinê li ser hatiye reşandin wê cilên xwe bişo û kesê dest bide ava paqijkirinê, wê heta êvarê qirêj bê hesibandin.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 19:21
12 Referans Kwoze  

Çimkî xwîna conega û nêriyan nikare gunehan rake.


Ew bi tenê bi xwarin, vexwarin û şuştinên cûr bi cûr ve girêdayî ne û qanûnên dinyayî ne yên ku heta wextê sazûmana nû dimînin.


Çimkî Şerîetê tu tişt negihand bêkêmahîtiyê. Lê di şûna wê de hêviyeke hê çêtir hatiye anîn, ku bi wê em nêzîkî Xwedê dibin.


Kesê ku ji termê wan bixwe, wê kincên xwe bişo û heta êvarê qirêj bimîne. Kesê ku term hilgire wê kincên xwe bişo û heta êvarê qirêj bimîne.


Her kesê ku termê wan hilgire, wê kincên xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.


Wê Harûn û kurên xwe ji êvarê heta serê sibê, li hizûra Xudan qendîlê pêxistî bihêlin ku li Konê Hevdîtinê, li derveyî perdeya li ber Sindoqa Şahidiyê. Wê ev ji bo hemû nifşên gelê Îsraêl, qanûneke herheyî be.”


Wê kahin cilên xwe û serê xwe bişo. Piştre wê here artêşgehê, lê wê heta êvarê qirêj bê hesibandin.


Wê Lêwiyî xizmeta Konê Hevdîtinê bikin û ji sûcên li dijî kon tên kirin berpirsiyar bin. Wê ev di nav nifşên we de bibe qanûneke herheyî. Lê di nav gelê Îsraêl de wê mîrasa wan tunebe.


Kesê ku çêlek şewitandiye jî wê cilên xwe û serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin.


Mirovê ku xweliya çêlekê daye hev, wê cilên xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin. Wê ev yek ji bo gelê Îsraêl û xerîbên di nav wan de bibe qanûneke herheyî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite