Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 19:19 - Kurmanji Încîl

19 Wê kesê paqij di roja sisêyan û roja heftan de avê bi ser kesê qirêj de bireşîne û di roja heftan de wê paqij bê hesibandin. Îcar wê kesê paqijbûyî cilên xwe û serê xwe bişo. Wê êvarê paqij bê hesibandin.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 19:19
18 Referans Kwoze  

Lê eger em di ronahiyê de rêve herin, wek ku ew di ronahiyê de ye, hevpariya me bi hevdû re heye û xwîna Kurê wî Îsa, me ji her gunehî paqij dike.


Em bi dilê ku bi xwînreşandinê ji wijdana xerab paqij bûyî û bi bedena ku bi ava paqij hatî şuştin, bi piştrastiya temam a baweriyê, bi dilekî rastîn nêzîkî Xwedê bibin.


Wê di roja sisêyan û roja heftan de xwe bi ava paqijiyê bişo û bi vî awayî paqij bibe. Gava ew xwe di roja sisêyan û roja heftan de neşo, wê paqij neyê hesibandin.


Wê di roja heftan de hemû por û mûyên xwe kûr bike. Wê porê xwe, rihê xwe, birûyên xwe û hemû mûyên di bedena xwe de kur bike. Wê kincên xwe bişo. Piştî bedena xwe bi avê şûşt, wê paqij bê hesibandin.


Yên ku di nav êgir de ne, bikişînin û xilas bikin, li hinekên din bi tirs werin rehmê, lê heta bila cênika we ji kirasên ku ji bedena gunehkar lewitîne jî biçe.


Wî xwe ji bo me feda kir, da ku me ji her neheqiyê rizgar bike û ji xwe re paqij bike û bike gelê ku ji bo kirinên qenc bi xîret e.


Bila her kesê ji we ku mirovekî kuştiye yan dest daye miriyekî, heft rojan li derveyî artêşgehê bimîne. Herwiha bila di roja sisêyan û di roja heftan de xwe û êsîrên xwe ji gunehan pak bike.


Xwedê di roja heftan de karê xwe bir serî. Wî di roja heftan de ji hemû karên xwe bêhna xwe veda.


Xudan ji Mûsa re got: “Tu here ba gel, bila îro û sibê xwe pak bikin. Bila kincên xwe bişon.


Kesekî ku destê xwe dabe miriyekî yan cendekê mirovekî û xwe paqij nekiriye, Meskenê Xudan qirêj dike û divê ji gelê Îsraêl bê avêtin. Ji ber ku ava paqijkirinê bi ser wî de nehatiye reşandin, ew qirêj e û qirêjiya wî li ser wî dimîne.


Wê zilamekî paqij giyayê cehtirê hilde, noqî avê bike û bi ser kon, bi ser hemû taximan, bi ser kesên li wir ve û bi ser kesên dest dane hestî, kuştî, mirî yan gorê ve bireşîne.


Wê xwînê heft caran bireşîne ser kesê ku ji nexweşiya çerman tê paqijkirin û wî paqij bihesibîne. Wê çivîka sax jî berde çolê.


Hûnê roja heftan cilên xwe bişon û pak bibin. Piştre hûn dikarin bikevin artêşgehê.’”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite