10 Mirovê ku xweliya çêlekê daye hev, wê cilên xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin. Wê ev yek ji bo gelê Îsraêl û xerîbên di nav wan de bibe qanûneke herheyî.
Wê kesê paqij di roja sisêyan û roja heftan de avê bi ser kesê qirêj de bireşîne û di roja heftan de wê paqij bê hesibandin. Îcar wê kesê paqijbûyî cilên xwe û serê xwe bişo. Wê êvarê paqij bê hesibandin.
Wê ev ji bo wan bibe qanûneke herheyî. Kesê ava paqijkirinê li ser hatiye reşandin wê cilên xwe bişo û kesê dest bide ava paqijkirinê, wê heta êvarê qirêj bê hesibandin.