Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 17:8 - Kurmanji Încîl

8 Dotira rojê Mûsa çû Konê Peymanê. Dît ku gopalê Harûnê ku Mala Lêwiyiyan temsîl dike, şax vedaye, kulîlk vekiriye û behîv şîn bûne.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 17:8
13 Referans Kwoze  

Wê gopalê zilamê ku ezê hilbijêrim şax bide. Wî çaxî ezê dawî li gazinên gelê Îsraêl bînim ku hergav li we dikin.”


Wê rojê wê şaxê Xudan xweşik û birûmet be. Wê fêkiyê welêt bibe berzî û rûmeta saxmayiyên gelê Îsraêl.


Wê Xudan ji Siyonê gopalê hêza te bişîne, Tu di nav dijminên xwe de serweriyê bajo!


Sê guliyên mêwê hebûn. Bi bişkivînê re kulîlk dan û gûşiyên tirî gihîştin.


Gorîgeha zêrîn ya şewitandina bixûrê û Sindoqa Peymanê ya ku ji her aliyî ve zêrkirî bû tê de bûn. Di hundirê sindoqê de şerbikê Manna yê zêrîn, şivdarê Harûn ê bişkivî û nivîsdekên Peymanê hebûn.


Di nav darên daristanê de dara sêvê çawa be, Di nav xortan de evîndarê min wisa ye. Ez li ber siya wî rûniştim, çi xweş bû, Tehma fêkiyê wî li ser devê min şîrîn bû.


Wî ji Qorax û hemû alîgirên wî re got: “Wê serê sibê Xudan kifş bike ka kî yê wî ye û kî pîroz e û wê wî nêzîkî xwe bike. Wê Xudan kesê hilbijartiye derxe hizûra xwe.


Mûsa hemû gopal ji hizûra Xudan hildan û nîşanî gelê Îsraêl da. Wan lê nêrî û her kesî gopalê xwe hilda.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite