Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 17:6 - Kurmanji Încîl

6 Mûsa bi gelê Îsraêl re peyivî û serekên wan ji bo her eşîrekê gopalekî dan Mûsa. Wan bi awayê ku ji her serekekî re yek bikeve, duwanzdeh gopal danê. Gopalê Harûn jî di nav wan de bû.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 17:6
5 Referans Kwoze  

Wê gopalê zilamê ku ezê hilbijêrim şax bide. Wî çaxî ezê dawî li gazinên gelê Îsraêl bînim ku hergav li we dikin.”


Mûsa gopal li konê ku Sindoqa Şahidiyê lê ye danîn hizûra Xudan.


Hemû gelê Îsraêl li ba Mûsa û Harûn gilî û gazinên xwe kirin. Tevahiya civakê ji wan re got: “Xwezî em li welatê Misrê yan jî li vê beriyê bimirana!


Tenê li dijî Xudan ranebin û ji gelê welêt netirsin. Çimkî emê wan wekî pariyek nan bixwin û biqedînin. Siya ku wan xwe spartiye rabûye û Xudan bi me re ye. Ji wan netirsin.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite