10 Xudan ji Mûsa re got: “Ji bo li dijî kesên serî hildidin bibe nîşanek, tu gopalê Harûn hilde û deyne ber Sindoqa Şahidiyê. Wê ev bibe dawiya gazina wan a li dijî min ku ew nemirin.”
Gorîgeha zêrîn ya şewitandina bixûrê û Sindoqa Peymanê ya ku ji her aliyî ve zêrkirî bû tê de bûn. Di hundirê sindoqê de şerbikê Manna yê zêrîn, şivdarê Harûn ê bişkivî û nivîsdekên Peymanê hebûn.
Lê mirovên bêxêr û xerab ku bi Dawid re çûbûn digotin: “Madem bi me re nehatin, em jî, ji talên tu par nedin wan. Bila jin û zarokên xwe hildin herin.”
Çawa ku Xudan bi riya Mûsa gotiye, ev yek ji bo gelê Îsraêl bû bîranîneke ku kesekî ne ji ziriyeta Harûn e nêzîk nebe û li ber Xudan bixûrê pênexe û ya ku hatiye serê Qorax û alîgirên wî neyê serê wî jî.
Ji bo wan kesên ku guneh kirine, ev bixûrdank êdî pîroz in. Wan bikutin û ji bo gorîgehê bikin lewheyên nixamtinê. Ji ber ku tepsik li ber Xudan hatine pêşkêşkirin, pîroz in. Bila ev ji bo gelê Îsraêl bibin nîşan.”
Mûsa got: “Ya ku Xudan emir kiriye ev e: ‘Jê omerekî veşêrin. Divê hemû nifşên we wî nanî bibînin ku min li beriyê, gava min hûn ji welatê Misrê derxistin, bi we da xwarin.’”
“Ji bîr nekin û bi bîr bînin ka we çawa li beriyê Xwedayê xwe Xudan hêrs kir. Ji roja ku hûn ji welatê Misrê derketin û heta hatin vir hûn li dijî Xwedê serî radikin.