Hejmartin 15:29 - Kurmanji Încîl29 Di nav gelê Îsraêl de dixwazî welatî, dixwazî jî xerîbên di nav wan de ne, ji bo kesê bi şaşîtî tiştek kiriye şerîet ev e. Gade chapit la |
Hemû gelê Îsraêl, bi rîspî, peywirdar û dadgerên xwe, bi xerîbên xwe jî li herdu kêlekên Sindoqa Peymana Xudan, bi awayê ku berê wan li kahinên Lêwiyî ku Sindoq hildigirin, rêz bûn. Çawa ku Mûsayê xulamê Xudan dema berê li wan emir kiribû ku ew bi vî awayî bên pîrozkirin, nîvê gel li pêşberî Çiyayê Gerizîmê û nîvê din jî li pêşberî Çiyayê Êvalê bû.